Enqere-SANA
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan duh Pêncşemê tekez kir ku pesendkirina Parlamentoya Tirkîyê ya yasaya “Bihêzkirina Hevgirtina Niştimanî û Entegrasyona Civakî” ku di çarçoveya proseya “Tirkîya bê teror” de hatiye amadekirin, pêngaveke dîrokî û dîyarker e ber bi aramî û paşeroja welêt ve.
Ajansa Anadoluyê ji zarê Erdogan veguhest ku di gotineke xwe de di dema merasîma derçûnê ya Akademya Cendirme û Pasevanên Peravê li Enqereya paytexta Tirkîyê de got: “Gihîştina Tirkîyê ya armanca xwe ya xwestî ku Tirkîyeke bê teror û herêmeke ji terorê vala ye, mijareke gelekî giring e.”
Erdogan destnîşan kir ku hevgirtina dewlet û gel dê bihêle ku welat vê pirsê bi awayekî mayinde çareser bike, piştî ku bi dehan salan welat westandîye û di nav 40 salan de zirarên canî yên mezin gihandine civakê.