Enqere- SANA
Li gorî Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê, îro Çarşemê balafireke şer a Tirkî ji Cureya «F-16» di dema geşteke perwerdeyê ya asayî de li parêzgeha Yalovayê ya li rojavayê welat hate xwarê, lê belê pîlotê wê piştî ku xwe bi paraşûtê çeng kir, rizgar bû.
Wezaretê zelal kir ku sedemên bûyerê dê piştî bidawîbûna lêpirsînan li cihê bûyerê dîyar bibin. Di heman demê de, Walîyê Yalovayê Ahmet Hamdi Usta, li gor ku ajansa “Anadolu” li ser zarê wî veguhastîye, piştrast kir ku ti qurbanî di nav sivîl an leşkeran de tunene, û dîyar kir ku hemû tedbîrên pêwîst li cihê bûyerê hatine girtin.
Navborî zêde kir ku tîmên pispor lêpirsînan dişopînin, û tu metirsîya derketina agir an jî bûyerên zirarê li derdora herêmê nehatiye tomarkirin.
Balafira şer a “F-16” yek ji balafirên sereke yên Hêzên Asmanî yên Tirkîyê ye, û di peywirên perwerdehîyê û xebatên asmanî de tê bikaranîn.