Enqere-SANA
Tirkîyê bang li Ukrayna û Rûsyayê kir ku mekanîzmekê ji bo ragihandina rawestandina dualî ya êrîşên li ser keştîyên li Deryaya Reş ava bikin û hişyarî ji berfirehbûna qada şer da ku dikare tevgera keştîvanîya bazirganî jî li xwe bigire.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fidan, di daxuyanîyên xwe de ji bo ajansa “Anadolu”yê ku îro Yekşemê hatin weşandin, got: “Deryaya Reş bûye yek ji wan herêmên ku şer bi awayekî zêde gihîştiye wan”.
Hakan Fidan destnîşan kir ku êrîşên ku berê bender û keştîyên leşkerî dikirin armanc, niha gihîştine keştîyên bazirganî jî.
Fidan eşkere kir ku dibe keştîyên ku alayên bîyanî hildigirin û xebatkarên wan Tirk in rastî êrîşan werin, û da zanîn ku welatê wî ji bo rûbirûbûna vê rewşê hinek rêkar amade kirine û pêşkêşî Serokkomarê Tirkîyê Receb Tayyip Erdogan kirine.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fidan di dawîya axaftina xwe de anî ziman ku Enqereyê pêşnîyara avakirina mekanîzmekê ji bo rawestandina êrîşên li ser keştîyan gihandiye Moskowê, piştî ku Kîyevê daxwazeke wekî wê pêşkêş kiribû, û dîyar kir ku Tirkîye vêga li benda bersiva Rûsyayê ye.