Kuweyt–SANA
Wezareta Parastinê ya Kuweytê ragihand ku îro roja Şemîyê, dronên Îranî sazîyên jînwerî li bakurê Kuweytê armanc kirin û di encamê de zirarên madî çêbûn, bê ku tu kes birîndar bibe.
Berdevkê fermî yê Wezareta Parastinê, eqîd rukin Si’ûd Ebdulezîz El-Etwan, di daxuyanîyekê de ku li ser platforma “X”ê hate weşandin, got ku: Hêzên çekdar ji berbangê ve hem dronên dijmin di qada asmanî ya Kuweytê de şopandine hem jî destwerdan kirine û ew xistine xwarê.
El-Etwan lê zêde jî kir ku êrîşa Îranê sazîyeke hikûmî li bakurê welêt û her weha erebeyên sivîl yên girêdayî yek ji şirketên li girava Bobîyanê armanc kirin, ku di encamê de ji ber ketina perçeyên dronan zirarên madî çêbûn.
Berdevkê fermî yê Wezareta Parastinê li dawîyê jî got ku amadebûna hêzên çekdar ji bo pêkanîna erkên xwe yên di parastina serwerîya Kuweytê û ewlehî û aramîya wê de, bi hevahengîya ligel alîyên peywendîdar, û bi awayekî ku silametîya welatî û niştecihan biparêze, piştrast kir.