Wașington – SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Îranê ku hezar mûşek ber bi wê ve hatine arastekirin û ji bo avêtinê amade ne, dê bi hezaran mûşekên din li pey wan werin, eger Îran hewl bide gefa xwe ya kuştina serokê Dewletên Yekbûyî yan jî armanckirina wî pêk bîne.
Trump îro Şemîyê bi rêya blatforma “Truth Social” got: “Min berê ferman daye û artêşa Amerîkî amade ye, dixwaze û dikare, ji bo salekê, û dibe ku were dirêjkirin jî, Îranê bi tevahî ji holê rake û tune bike.”
Di rojên borî de, dezgehên ragihandinê yên Amerîkî rapor belav kirin, û tê de dîyar dikin ku sazîyên istixbaratê “gefên gumanbar” ên ku Trump armanc dikin û bi Îranê ve girêdayî ne, şopandine.
Ev yek di demekê de ye ku cîbicîkirina peymana Amerîkî-Îranî rastî astengîyan hatiye û bendên wê yên teknîkî hîn nehatine temamkirin, ev jî bûye sedem ku danûstandin careke din werin cemidandin.