Enqere-SANA
Duh Sêşemê, Tirkîye û Iraqê li Enqereya Paytexta Tirkîyê, çar peyman û memorandumên lihevkirinê îmze kirin ku warên enerjî, perwerde, werziş û milkdarîya pîşesazî li xwe digirin.
Ev yek hevdem ligel serdana Serokwezîrê Iraqê Elî El-Zeydî bo Enqereyê pêk hat.
Merasîmên îmzekirina sê memorandumên lihevkirinê li Komelgeha Serokatîyê hatin lidarxistin, piştî gotûbêjên dualî yên di navbera Serokomarê Tirkîyê Receb Tayip Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Elî El-Zeydî de.
Di memoranduman de xurtkirina hevkarîya akademîk û perwerdeyê, hevparîya di warê werziş û ciwanan de û her wiha hevkarîya di sektora milkdarîya pîşesazî de hebûn.
Li gorî daxuyanîya Wezareta Enerjî û Çavkanîyên Zwezayî ya Tirkîyê, Kompanya Petrola Tirkîyê (TPAO) peymanek îmze kir ku li gorî wê ji sedî 15 ji para Kompanya “British Petroleum” (BP) di zevîyên petrolê yên Kerkûkê li Iraqê wergirt.
Peymana enerjîyê ji alîyê Rêveberê Giştî yê TPAOyê Cem Erdem û Cîgirê Serokê Geşepêdana Karên Lêgerîn û Berhemanînê ya BP Andrew McAuslan ve hat îmzekirin, bi amadebûna Wezîrê Enerjîyê yê Tirkîyê Alparslan Bayraktar.