Ebû Zebî-SANA
Şeş kes birîndar bûn piştî ketina perçeyên dronekê li Ebû Zebîyê ku ji alîyê hêzên Îmaratî ve hatibû pûçkirin, ev yek di çarçoveya êrîşên berdewam ên Îranê de li ser welatên Kendavê pêk hat.
Ofîsa Ragihandinê ya Ebû Zebî di daxuyanîyekê de îro Pêncşemê ragihand: “Alîyên peywendîdar bi bûyera ketina perçeyan li ser du cihan li devera ICAD 2 re mijûl bûn, piştî pûçkirina serkeftî ya dronekê ji alîyê bergirîya esmanî ve, ku di encamê de 6 kes ji hevwelatîyên Pakistanî û Nîpalî bi birînên sivik û navîn birîndar bûn.”