Waşington-SANA
Li gorî daneyên berpirsê tenduristîyê yê eyaletê, hejmara qurbanîyên pêla germa dijwar li eyaleta New Jersey ya Amerîkayê gihîşt 19 kesan, laşên wan di hundirê malên bê amûrên sarkirinê de, li kolanan û di hundirê otomobîlên parkkirî de hatine dîtin.
Ev rewşa keşûhewayê hevdem bû ligel hişyarîyên derbarê pileyên germa pir bilind de ku nêzî 160 mîlyon Amerîkî li seranserî welat ketin bin bandora wê, ya ku di heman dema bêhnvedana Cejna Serxwebûnê de bû.
Ji alîyê xwe ve, parêzgara eyaletê hişyarî da niştecîhan ku ev şert û mercên neasayî, dirêjtirîn heyama germahîya bilind e ku New Jersey di nava 14 salên dawî de dîtiye, û bang li welatîyan kir ku li cihên bi amûrên hênikkirinê bimînin.