Waşington-SANA
Duh Înîyê, balafireke şer a Amerîkî ji cureyê “F-35B” li nêzîkî Navenda Mîramarê ya Asmanî li bajarê San Diego yê eyaleta Kalîfornîyayê hate xwarê, lê pîlotê wê piştî ku xwe ji balafirê çeng kir, rizgar bû û bo dermankirinê bo navendeke bijîşkî hate veguhastin.
Ajansa Associated Press ji Leşkerên Deryayî yên Amerîkayê veguhast ku di daxuyanîyekê de gotine: “Balafira şer li nêzîkî Navenda Asmanî ya Mîramarê ji ber bûyerekê ji ‘Koma A’ hate xwarê, ku ew asta herî bilind a bûyerên leşkerî ye, û ji rewşên ku dibin sedema têkbirina balafireke leşkerî an zirarên wê zêdetirî du mîlyon dolar in an jî dibe sedema mirina endamekî xizmetê tê hesibandin”.
Daxuyanîyê dîyar kir ku yê pîlot karîbû berîya balafir were xwarê pergala rizgarkirina lezgîn bi kar bîne û hate rizgarkirin, bêyî ku hûrgulîyên zêdetir derbarê rewşa wî ya tenduristî de werin eşkerekirin. Her weha, hêj sedemên bûyerê ji alîyê rayedarên Amerîkî ve nehatine ragihandin û lêpirsîn ji bo destnîşankirina sedem û hûrgulîyan berdewam in.