Bexda-SANA
Jêderên payebilind ên Iraqî îro Yekşemê eşkere kirin ku di çarçoveya operasyonên şopandinê yên berdewam de li Bexda û hejmarek parêzgehan, 47 tometbarên ji parlamenter û berpirsan ku bi dozên gendelîyê tên tometbarkirin, hatine girtin.
Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) ji zarê jêderan ragihand ku operasyonên şopandina gendelkarên hîn jî li Bexda û parêzgehan berdewam in, û bal kişand ser wê yekê ku di encama van operasyonan de 47 tometbar bi tohmetên girêdayî gendelîyê û dosyeyên malê giştî hatine girtin.