Vîyena – SANA
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya têkoşîna li dijî madeyên hişbir û tawanan hişyarî da ku bazirganîya madeyên hişbir li seranserî cîhanê zêde dibe. Raporê dîyar kir ku tora qaçaxçîyan pêşketinên teknolojî û rewşên nearam bi kar tînin da ku madeyên hişbir yên nû çêke û torên qaçaxçîyê berfireh bike, û tekez kir ku geşbûna madeyên hişbir ên çêkirî û bilindbûna hejmara bikarhêneran li seranserî cîhanê berdewam e.
Raporê dîyar kir ku kêmbûna hilberîna afyonê li Afganistanê bi zêdebûna hilberînê li welatên din hat, di heman demê de torên qaçaxçîyê ber bi afyonên çêkirî ve diçin. Her wiha vekirina rêyên nû yên qaçaxçîyê bû sedema belavbûna methamphetaminê, û zêdebûna hilberîna kokayînê û berfirehbûna bazarên wê, li kêleka belavbûna qenebê roj bi roj.
Raporê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku bikaranîna madeyên hişbir bi sûcên tundûtûjî, dizî, û her weha bi geşbûna pirsgirêkên civakî û tenduristîyê ve girêdayî ye, û girîngîya xurtkirina pêşîlêgirtin, dermankirin û hevkarîya navneteweyî ji bo şerê li dijî bazirganîya madyên hişbir û kêmkirina bandorên wan piştrast kir.