Rîyad-SANA
Erebistana Si’ûdî, wekî tedbîrên pêşîlêgirtinê, û da ku belavbûna vîrûsa “Ebola”yê were sînorkirin, rêwîtîya welatîyên xwe ber bi Kongoya Demokratî, Uganda û Başûrê Sûdanê ve rawestand, hemû cureyên vîzeyan jî sekinandin, û derbasbûna kesên ku ji van welatan tên an jî di nav 21 rojên borî de li wan welatan mabin qedexe kir.
Desteya Tenduristîya Giştî ya “Wiqaye” dîyar kir ku ev gav li ser bingeha nirxandina rewşa nexweşîyê hatiye avêtin, û hevdem e ligel tundkirina pişkinînên pijîşkî û çavdêrîya nexweşîyê li dergehên sînorî ji bo kesên ji welatên cîranên deverên belavbûna vîrûsê tên. Sazîyê tekez kir ku rewşa tenduristîyê li Erebistana Si’ûdî aram e û heta niha tu kes pê neketiye.
Ji hêla xwe ve, Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî da zanîn ku pêla niha ya nexweşîyê, di meha xwe ya yekem de hejmara herî bilind a pêketinên piştrastkirî li beramberî pêlên borî tomar kiriye, ku navenda bingehîn a belavbûna vîrûsê li Kongo û Ugandaya cîran kom bûye.