Di nîşaneya piştgirîya qanûnan a damezirandina şirketan de, di nav Rapora Salnameya Rikberîya Cîhanî ya 2026an de, Erebistana Siûdî rêza sêyem a cîhanî bi dest xist, ev yek jî ji ber hêsankirina kiryaran û lezkirina destpêkirina karsazîyê û pêşxistina pergala şirketan e.
Li gorî ajansa nûçeyan a Siûdî “WAS”, Siûdîyê her wiha di nîşaneya wekhevîya derfetên aborî de jî bi pêş ket û gihîşte rêza çarem a cîhanî, ev jî nîşana hewldanên hêzdarkirina pêkanîna çalakîya aborî ya ji bo kes û sazîyan û peydakirina hêsankarî û derfetan bi awayekî dadmend û bi bandor e.
Di nîşaneya şirketên mezin de ji alîyê karîgerîyê ve li gorî pîvanên navneteweyî, Siûdî gihîşt rêza heftem a cîhanî, ev jî encama şîyana van şirketan e ku bi karîgerî û hilberîneke bilind û pêşbazîya bi şirketên mezin ên cîhanê re bixebitin, bi piştgirîya pêşketina qanûnên bazirganî û pejirandina pratîk û teknîkên nûjen.