Abîdjan-SANA
49 welatîyên Nîjerî ji tîbûnê li herêma çolterê ya li ser sînorê navbera Cezayir, Nîjer û Malîyê canê xwe ji dest da. Ev bûyer piştî ku kamyona ku ew di dema vegera wan a ji bêhnvedana cejnê de vediguhestin ji kar ket, pêk hat.
Ajansa “France Press”ê ji zarê karbidestên parêzgeha “Agadîz”ê li bakurê Nîjerê di daxuyanîyekê de roja Pêncşemê ragihand ku qurbanî ji ber nebûna avê û bilindbûna zêde ya pileyên germê mirine, piştî ku wan nikarî wesayîta xwe li herêmeke dûr ku zêdetirî 80 kîlometreyan li rojavayê bajarokê “Asamaka” ye çak bikin. Her wiha hat dîyarkirin ku termên wan di gorên bikom de hatine veşartin.
Rayedarên herêmî anîn ziman jî ku tenê du kes ji vê bêtarê rizgar bûne, piştî ku ew zêdetirî 50 kîlometreyan bi peyatî meşîyan heta ku gihîştin xaleke avê, û piştre berê xwe dan “Asamaka” da ku alîyên peywendîdar agahdar bikin.