Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Pêncşemê, dengdana ku ji hêla Encumena Nûneran ve hat encamdan û tê de piştgirîya vekişandina hêzên Amerîkî ji operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê hatibû kirin, şermezar kir. Trump tekez kir ku ev biryar ji bo astengkirina hewldanên wî yên dîplomatîk di “navenda danûstandinên wî yên dawî yên ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re” de hatiye.
Ajansa “AFP” ji ser zarê Trump di parvekirineke li ser platforma wî ya “Truth Social”ê de ragihand: “Kî dikare karekî wiha ne welatparêzane bike? Ew dizanin danûstandin gihîştine ku derê.” Wî Demokrat tawanbar kirin ku “baştir dibînin welat têk biçe, ne ku serkeftineke din bidin wî.”
Ev biryar dê niha ji Encumena Senatoyê re were şandin, her çend tê pêşbînîkirin ku di dawîyê de rûbirûyî mafê “Veto”yê yê serokatîyê bibe.