Beyrût-SANA
Ji êvara duh ve heta sibeha îro Duşemê, di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de ku gund û bajarokên qezaya Nebetîyê kirin armanc, 6 kes hatin kuştin ku di nav wan de ciwanekî Sûrî jî heye. Ev yek di bin sîya berdewamîya alozîya leşkerî li başûrê Libnanê de pêk hat.
Ajansa Nûçeyan a Niştimanî ya Libnanê (NNA) dîyar kir ku ciwanekî Sûrî di êrîşeke Îsraîlê de li derdora nexweşxaneya bajarokê Tolê li Nebetîyê sibeha îro hat kuştin. Her wiha du kesan jîyana xwe ji dest da dema ku droneke Îsraîlê otomobîlek li bajarokê Birêqi’ê yê başûrê Libnanê kir armanc.
Derengîya şeva borî jî, êrîşên esmanî yên Îsraîlê li ser bajarokê Kefer Sîrê li qezaya Nebetîyê bûn sedema kuştina sê kesan.