Sêûl-SANA
Daneyên barkêşîyê yên ku ji hêla Koma Borsayên Londonê ve hatine weşandin, derbasbûna gemîyeke neftê ya Koreya Başûr bi navê “Universal Winner” ji Tengava Hurmuizê ber bi bendergeha Ulsanê ve dîyar kir, ku bi qasî du milyon bermîlên nefta xam a Kuweytî hilgirtiye. Wezîrê Karên Derve yê Koreya Başûr Cho Hyun, li ber parlemanê tekez kir ku derbasbûna gemîyê di tengavê re bi hevrêzîyeke tekûz bi Îranê re pêk tê.
Di heman çarçoveyê de, bilindbûneke rêjeyî di tevgera deryayî de, di vê korîdora avî ya stratejîk de çêbûye û nêzî astên xwe yên asayî bûye, ew jî piştî pêleke ji daketina tûj ku di hefteyên borî de pêk hatibû. Her wiha daneyan derbasbûna du gemîyên neftê yên pir mezin di tengavê re piştî demeke li bendemayînê ku zêdetirî du mehan di ava Kendava Erebî de derbas kiribû tomar kir.
Ev pêşketin piştî ku alîyê Îranî Tengava Hurmizê – ku di rewşa asayî de bi qasî %20 ji dabînkirina neft û gazê ya cîhanî tê re derbas dibe – girt, ew jî piştî destpêkirina şerê (Amerîkî-Îsraîlî – Îranî) ku di 28ê Sibata borî de dest pê kiribû, û ev yek di heman dema ferzkirina Amerîkayê dorpêçkirineke tund li ser bendergehên Îranê de pêk tê.