Beyrût – SANA
Wezareta Tenduristîya Libnanê ragihand ku jimara qurbanîyên êrîşên Îsraîlê ji 2yê Adara borî ve, gihîştiye 2702 kuştî û 8311 birîndaran.
Bajarokê Şihûrê yê li qezaya Sûrê li başûrê Libnanê, bû şahidê kuştina du kesan di encama êrîşeke Îsraîlê de ku duh roja Duşemê ew dever kiribû armanc. Li gorî daneyên fermî yên ku ji alîyê Wezareta Tenduristîyê û Ajansa Niştimanî ya Ragihandinê ve hatine weşandin, tevahîya jimara kuştî û birîndaran ji ber van destdirêjîyan gihîştiye 10960 kesî.
Artêşa Îsraîlê topbarankirina cihan û teqandina malan bi dehan gundan rojane didomîne, tevî ku agirbesta ragihandî ji 17ê Nîsana borî ve û heta 17ê vê mehê berdewam e.