Mereş-SANA
Bûyereke gulebaranê li hundirê dibistanekê li parêzgeha Mereşê (Kahramanmaraş) ya Tirkîyê îro Çarşemê pêk hat, ku di encamê de 4 kesan jîyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ku ajansa Anadoluyê ji ser Parêzgarê Mereşê Mukerem Unluer veguhestîye: Kesên ku jîyana xwe ji dest dane 3 xwendekar û mamosteyek in.
Piştî ku dengê gulebaranê hat bihîstin, hejmareke zêde ji tîmên polîs û ambûlansan ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar rakirin nexweşxaneyan, di heman demê de li derdora dibistanê tedbîrên ewlehîyê yên tund hatin girtin.
Parêzgarê Rihayê (Şanlıurfa) Hesen Şildak got: “Êrîşkar xwendekarekî berê yê dibistana li bajarê Sêwregê ye ku sala 2007an ji dayîk bûye. Wî bi awayekî serberdayî gule li xwendekar û karmendan reşandin û piştre gule berda xwe jî û jîyana xwe ji dest da.”