Beyrût – SANA
Hejmara kuştîyên êrîşên asmanî yên ku Îsraîlê ji berbangê îro Pêncşemê ve birine ser gundên başûrê Libnanê û paytexta wê, gihîşt 53 kesan.
Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê li ser malpera xwe eşkere kir ku êrîşên dagirkerîya Îsraîlê yên îro Pêncşemê bûn sedema kuştina 53 kesan û birîndarbûna 188 kesên din.
Bi vî rengî, encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê ku ji 2yê Adara borî ve berdewam dikin, gihîşt 687 kuştî û 1774 birîndaran.