Beyrût – SANA
Kargerê Balyozxaneya Sûrîyê li Beyrûtê Îyad El-Heza tekez kir ku balyozxane encamên topbarana Îsraîlê ya ku malbateke Sûrî li gundê Temnîn li herêma El-Biqayê armanc girtibû, dişopîne. Di encama wê êrîşê de 8 kes hatin kuştin û hinekên din jî birîndar bûn. El-Heza dîyar kir ku şandeyeke fermî şandine nexweşxaneyê ji bo çavdêrîya rewşa birîndaran bikin, û sersaxî ji malbatên qurbanîyan re xwest.
Libnan ji destpêka vê mehê ve ji ber pevguhertina topbaranê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de rastî gurrbûneke metirsîdar tê. Êrîşên hewayî yên Îsraîlê herêmên El-Dahîyê, Başûr û El-Biqayê armanc girtin, ku di encamê de bi sedan qurbanî çêbûn û di nav wan de Sûrî jî hene; ev yek bû sedem ku gelek malbatên Sûrî bi daxwaza xwe vegerin welatê xwe.