Qudsa Dagîrkirî-SANA
Hejmara qurbanîyên êrîşkarîya Îsraîlî li ser Xezeyê ji heftê Cotmeha 2023an ve, bilind bû bo 72,126 kuştî û 171,809 birîndar.
Ajansa WAFAyê ya Filistînî ji jêderên bijîşkî veguhest ku: Nexweşxaneyên Xezeyê di nav 24 saetên borî de sê kuştî û çar birîndar pêşwazî kirin, di heman demê de hinek qurbanî hîna di bin rûxanan de û li ser rêyan in, ku tîmên hawarçûn û rizgarkirinê nikarin bigihin wan.
Her weha jêderan dîyar kirin ku jimara qurbanîyan ji dema rawestandina şer di 10ê Cotmeha borî de gihîştiye 641 kuştî û 1,711 birîndar û 755 termên din hatin derxistin.