Bruksel-SANA
Encûmena Yekîtîya Ewropayê bi fermî planek ji bo qedexekirina dawî ya hawirdekirina gaza Rûsyayê heta dawîya sala 2027an pejirand. Ev biryar di çarçoveya hewildanên kêmkirina piştgirêdana bi enerjîya Rûsyayê de tê, ku ji dema destpêkirina şerê li Ukraynayê ve dest pê kirîye.
Di nav vê planê de destberdana gav bi gav ji gaza xwezayî û gaza bi rêya borîyan ji Rûsyayê heye, ligel girtina tedbîran ji bo kontrolkirina vê yekê û pirkirina jêderên enerjîyê.
Biryar destnîşan dike ku hawirdekirina gaza xwezayî ya Rûsyayê dê di destpêka sala 2027an de were rawestandin, û hawirdekirina gaza bi rêya borîyan jî heta payîza sala 2027an bi dawî bibe. Her wiha, heger welatek hebe depoyên xwe berîya zivistanê tije nekiribin, îmkan heye ku ev qedexe heta çar hefteyan were rawestandin.
Rêjeya piştgirêdana Yekîtîya Ewropayê bi gaza Rûsyayê ji nêzîkî 45% berîya şer, heta meha Cotmeha borî daketiye nêzîkî 12%. Tevî vê yekê jî, hin welat mîna Meceristan, Fransa û Belcîka hîn jî qebareyin sînordar werdigirin, ku ev yek cudahîya di nav polîtîkayên welatên endam de nîşan dide.