Doha-SANA
Îro Yekşemê rahênana taktîkî ya hevbeş a sazîyên ewlehkarîyê yên welatên Encumena Hevkarîya Kendavê, ya ku dewleta Qeterê mazûrvanîya wê dike, dest pê kir.
Ajansa nûçeyan a Qeterê “QNA” dîyar kir ku rahênana “Ewlekarîya Kendava Erebî 4”, armanca wê bilindkirina asta amadebaşîya ewlehkarîyê, xurtkirina tekûzî û hemahengîya meydanî, û ezmûna jêhatîbûna planên operasyonê û mekanîzmayên bersivdanê ye, bi awayekî ku asta bilind û şîyana pêşketî ya sazîyên ewlehkarîyê yên Kendavê di rûbirûbûna kêşeyên ewlehkarîyê yên cihêreng de nîşan dide.
Hêjayî gotinê ye ku rahênan heta 4ê sibata bê berdewam dike, bi beşdarîya sazî û hêzên ewlehkarîyê yên welatên Encumena Hevkarîyê, û yekîneyên ewlekarîyê yên pispor ji Amerîkayê.