Washington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump gef xwar ku dê bacên gumrikê heta %100 bixe ser kelûpelên ku ji Kenedayê tên hawirdekirin, ev yek jî wekî nerazîbûnekê ye li dijî hewildanên Ottawayê bi sedema xurtkirina hevkarîya bazirganî ligel Çînê.
Trump bi rêya platforma “Truth Social” ragihand ku nabe Keneda bibe derbasgehek ji bo kelûpelên Çînî ber bi Amerîkayê ve, û dîyar kir ku nêzîkbûna ligel Pekînê dibe ku zirarê bide aborî û civaka Kenedayê.
Ev gurkirin û girjî piştî îmzekirina peymaneke bazirganî di navbera Keneda û Çînê de hat, ku tê de keneda bacê li ser otomobîlên kehrebeyî yên Çînî kêm dike, beramberî hêsankarîyên ji bo berhemên çandinîyê yên Kenedayî heye; ev gav ji alîyê Washingtonê ve wekî dûrketin ji sîyaseta tund a li dijî Çînê hat dîtin.
Têkilîyên di navbera Washington û Ottawayê de di demên dawî de ber bi alozîyê ve diçin, tevî ku Keneda di warê enerjî û madenên stratejîk de dabînkera kelûpelan a herî mezin a Amerîkayê ye û rojane pevguhertineke bazirganî ya pir mezin di navbera her du welatan de heye.