Enqere-SANA
Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdoğan, ragihand ku welatê wî hewildanên xwe yên ji bo xurtkirina aştîyê li gelek deverên cîhanê, di serî de Sûrîye, Xeza û Ukraynayê berdewam dike.
Li gorî daxuyanîya Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomarîya Tirkîyê, Erdoğan ev axaftin îro înê di dema pêşwazîkirina nûnerên “Platforma Aştîyê ya Balkanê” de kir, ku civîna wê ya duyemîn li bajarê Stenbolê tê lidarxistin.
Erdoğan dîyar kir ku welatê wî hewl dide bandorên nearamîyê li herêmê kêm bike. Û destnîşan kir ku herêm û cîhan bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne, ku ev yek pêwîstîya xurtkirina piştgirî û têgihiştina hevdu diyar dike, bi taybetî di navbera dewletên endamên Platforma Balkanê de.
Erdoğan tekezî li ser pêwîstîya dersgirtina ji “êşên borî” yên li herêma Balkanê kir, û bal kişand ser girîngîya ku berê xwe bidin pêşerojê bi rêya nîqaşkirina mijarên ewlehîya sînoran, enerjî, teknolojî û veguhastinê.