Davos-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li kêleka Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê ku niha li Swîsreyê bi rêve diçe, bi serokên Ewropayê re gihişt hinek lihevkirinên neragihandî derbarê girava Grînlendayê de. Ev lihevkirin bûn sedema aramîyeke demkî di navbera her du alîyan de piştî du hefteyan ji rageşîya dijwar.
Serokê Amerîkayê piştî civîna xwe ya bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re, ragihand ku wan çarçoveyek ji bo peymaneke girêdayî Grînlenda û navçeya Cemsera Bakur (Arktîk) amade kiriye. Lê belê Hevpeymanîya NATOyê bi lez her cure pêşnîyar an tawîzên derbarê serwerîya Grînlendayê de red kirin, û tenê dîyar kir ku gotûbêj berhemdar bûn.
Ji alîyê xwe ve, Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen amadehîya welatê xwe nîşan da ji bo dîyalogê li ser ewlehîya navçeya Arktîkê, bi mercê ku rêz li yekparçeyîya xaka şahnişînîyê bê girtin. Serokwezîrê Grînlendayê Jens Frederik Nielsen jî tekez kir ku ew ji hûrgilîyên peymana ku di navbera Waşington û Brukselê de tê gotûbêjkirin ne agahdar e.