Qudsa Dagirkirî-SANA
Hêzên dagirker ên Îsraîlê îro Çarşemê yanzdeh Filîstînî girtin û du mal li Kenara Rojava rûxandin.
Ajansa “WAFA”yê ragihand ku hêzên dagirker 11 Filîstînî di dema êrîşên ku Taxa Başûr a Tûlkermê, bajarokê Kifl Haris li Sêlfîtê, ligel bajarokê Silwan û kampa Şu’efat li Qudsê li xwe girtin, girtin.
Hêzên dagirker mala dîlekî Filîstînî li bajarokê Qebatîye li başûrê Cenînê piştî bombekirinê teqandin, her wiha êrîşî bajarokê Dar Selah li rojhilatê Beytul-Lehmê kirin û maleke din bi rêya buldozeran rûxandin.
Hêzên dagirker duh Sêşemê 6 Filîstînî girtibûn û malek li Kenara Rojava rûxandibû.