New York – SANA
Zehran Mamdanî yê ji Partîya Demokrat, îro bi awayekî fermî wek şaredarê New Yorkê dest bi kar kir, piştî ku di meha Mijdara borî de hatibû hilbijartin.
Ajansa France Presse dîyar kir ku Mamdanî sonda qanûnî xwar, di dema ku bi hezaran kes li meydana “Times Square” ya New Yorkê ahengên sala nû li dar dixistin.
Mamdanî li gor bernameyeke dijî serokê Amerîkayê Donald Trump hat hilbijartin, bi taybetî di mijarên aborî û koçberîyê de. Piştî hilbijartinê, çû Koşka Spî û bi Trump re hevdîtineke dostane pêk anî.
Mamdanî di bernameya xwe ya hilbijartinê de giranî da xebata li dijî bihabûnê û bi taybetî bihayên xanîyan li New Yorkê, ku mezintirîn bajarê Amerîkayê ye û zêdetirî 8 milyon kes lê dijî.
Ji ber helwestên xwe yên derbarê Îsraîl û şerê li Xezeyê de, Mamdanî her dem rastî êrîşan dihat, lê wî qet gav paşde navêtin. Piştî ku di meha Hezîrana borî de di hilbijartinên destpêkî yên Partîya Demokrat de serkeftineke cihê matmayînê bi dest xist, û di rapirsînan di serê lîsteyê de bû.