Konakrî-SANA
Rêveberîya Giştî ya Hilbijartinan li Gînyayê, ragihand ku di gera yekem ya helbijartinên serokatîyê de ku roja yekşema borî hatin lidarxistin, Serokê Encumena Leşkerî Mamady Doumbouya bi rêjeya %86,72ê dengan bi ser ket.
Çar ji heşt namzetên ku rikberî bi serokê meclîsa leşkerî re dikirin, têkçûna xwe qebûl kirin û pîrozbahî dan Doumbouya bo serkeftina wî di gera yekem de.