Madîd-SANA
Rêxistina ″Caminando Fronteras″, a têkildarî berevanîya mafên koçberan, ragihand ku di sala 2025an de zêdetirî 3 hezar koçberî di dema hewldana gihîştina Spanyayê de bi rêya deryayê jîyana xwe ji dest daye. Ev agahî li ser bingeha zanyarîyên fermî yên operasyonên rizgarkirinê, serjimêrîya Wezareta Navxweyî ya Spanyayê û şahidîyên malbatên windayan hatine amadekirin.
Rêxistinê diyar kir ku heta 15ê Kanûna Pêşîn, 3090 kesên jîyana xwe ji dest daye hatine tomarkirin. Piranîya wan li ser rêya Okyanûsa Atlantîkê ya di navbera Afrîka û Giravên Kanaryayê de mirine, ku ev rê wek yek ji metirsîdartirîn rêyên koçberîya neyasayî li cîhanê tê naskirin.
Hate destnîşankirin ku hejmara kesên gihîştine Spanyayê li gorî sala 2024an bi rêjeya %40.4 kêm bûye, ku îsal 35,935 koçber gihîştine Spanyayê, lê sala borî ev hejmar 60,311 bû.