Atîna-SANA
Îro jinekê jîyana xwe ji dest da û sê kesên din winda ne, piştî ku kelekeke ku bi dehan koçber tê de bûn di Deryaya Ege de, li nêzî beravên girava Samos a Yûnanistanê noq bû.
Ajansa France Press, li ser zarê Pasevanên Peravê yên Yûnanistanê di daxuyanîyekê de ragihand: “Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê piştî noqbûna kêlekekê ku zêdetirî 40 kesî hilgirtibû, dest pê kirin.” Her wiha hat dîyarkirin ku li gorî gotinên kesên rizgarbûyî, hîn sê rêwî winda ne, û heta niha agahîyên hûrbîn derbarê nasnameyên wan an sedemên rasterast ên bûyerê nehatine eşkerekirin.