Enqere-SANA
Desthilatdarên Tirkîyê îro berbangê operasyoneke ewlekarîyê li dijî rêxistina “DAIŞ”ê ya terorîst li parêzgeha Yalovayê li bakurê rojavayê Tirkîyê pêk anî.
Ajansa Anadoluyê ji jêderên ewlekarîyê veguhast û got: “Endamên ewlekarîyê bi beşdarîya hêzên taybet ên ku ji parêzgeha Bursayê hatibûn anîn, bi ser malekê de li devera Elmalikê de girtin.”
Jêderan her wiha got: Di encama operasyona ewlekarîyê de 7 endamên ewlekarîyê birîndar bûn, û operasyon di nav tedbîrên ewlekarîyê yên tund de li derdora deverê hîn berdewam e.