Tegucigalpa-SANA
Desthilatên hilbijartinê li Hondûrasê serkeftina namzed Nesrî Isfûra di hilbijartinên serokatîyê de ragihand, piştî bidawîbûna proseya jimartina dengan ku bi hefteyan dom kir. Biryar e ku Isfûra di 27ê meha Kanûna Duyem a bê de dest bi karê xwe bike.
Piştî ragihandina encaman, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pêşwazî li serkeftina Isfûra kir û bang li hemû alîyan kir ku rêzê li encamên ragihandî bigirin da ku veguhestineke aştîyane ya desthilatê were misogerkirin.
Isfûra ku karsazekî 67 salî ye û bi eslê xwe Filîstînî ye, piştî hewldana xwe ya duyem wekî serkeftîyê hilbijartinên serokatîyê hat ragihandin.
Hilbijartinên serokatîyê li Hondûrasê her çar salan carekê û di xulekê (gera yekem) de têne kirin. Ev hilbijartin ji alîyê civaka navneteweyî ve ji nêz ve têne şopandin nemaze têkilîyên bi Amerîkayê re roleke berbiçav di qada sîyasî ya Hondûrasê de dilîzin.