Pekîn-SANA
Çînê îro dijberîya xwe ya li hember serdana qanûndanerine Japon a ji bo herêma Taywanê ragihand û dîyar kir ku wan protestoyên fermî û tund pêşkêşî alîyê Japonî kirine.
Ajansa nûçeyan a Çînî “Xinhua” ji berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Lîn Jian, di konferanseke rojnamevanî de veguhest ku “ev tevgerên Japonyayê binpêkirinên ruhê her çar belgeyên sîyasî yên di navbera Çîn û Japonyayê de ne, û li dijî sozên Japonyayê dabûne, her wiha binpêkirinên prensîba Çîna Yekbûyî ne.”
Çîn tekez dike ku Taywan parçeyek ji axa wê ye, û dibêje ku hewildanên çekdarkirina Taywanê yan piştgirîya wê ya sîyasî û leşkerî, wekî kiryarên ku yekparçeyîya welatê wan dixe metirsîyê tên dîtin, ku ev yek jî alozîyê li herêma Deryaya Çînê zêdetir dike.