Cinêv -SANA
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî, îro ragihand ku ji Tîrmeha 2024an ve, zêdetirî hezar nexweşî dema ku li benda derketina ji Xezeyê bûn, jîyana xwe ji dest da.
Rêveberê Giştî yê Rêxistinê, Tedros Ghebreyesus, li ser platforma “X”ê wiha got: “Ji Tîrmeha 2024an ve, bi kêmanî, 1092 nexweşan dema ku li benda veguhestina ji bo dermankirinê bûn, jîyana xwe ji dest da.”
Ghebreyesus dîyar kir ku hejmara nexweşên ku li nava Xezeyê jîyana xwe ji dest daye, bê guman ji hejmara rastîn kêmtir e.