Kotonou – SANA
Hin leşkeran îro serê sibehê li Benînê ya li rojavayê Efrîqayê, “jikarxistina” Serokê welêt, Patrice Talon ragihand. Lê Serokatîyê tekez kir ku Serok di ewlehîyê de ye û artêşê careke din rewş kontrol kiriye.
Li gorî Ajansa “France-Presse”, leşkerên ku bi rêya televîzyona giştî xwe bi navê “Komîteya Leşkerî ya Jinûve-damezrandinê” dan nasîn, ragihandin ku koma wan îro civîya û biryar da ku Serok Talon ji posta Serokê Komarê bavêjin.
Li hemberî wê daxuyanîyê, çavkanîyeke leşkerî ya nêzîkî Talon ji France-Presse re got: “Tenê komeke biçûk televîzyonê kontrol dike, û rewş di bin kontrola artêşê de ye.”
Serok Patrice Talon ji sala 2016an ve li ser desthilatê ye, û sala bê serdema xwe ya duyemîn bi dawî dike, ku li gorî Destûra Bingehîn ya Benînê nema kare careke din xwe bike berbijêrê serokatîyê.