Qudsa Dagîrkirî-SANA
Duh, Pênc Filistînî ku du zarok di nav de ne, şehîd ketin û hinekên din jî birîndar bûn, di encama topbarana dagîrkerîya Îsraîlî li ser bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê.
Dezgehên ragihandinê yên Filistînî destnîşan kirin ku hêzên dagîrkerîyê konê ku penaber tê de diman li rojavayê bajêr, topbaran kirin, ku bû sedema ku pênc Filistînî șehîd bikevin û deh kesên din jî birîndar bibin.
Her weha duh Filistînîyek bi guleyên dagîrkerîyê li taxa Zeytûnê ya başûrê rojhilatê bajarê Xezeyê, şehîd ket.
Tê zanîn ku hejmara Filistînîyên ku şehîd ketine ji dema ku Peymana Agirbestê di 10ê Cotmeha borî de ket warê cîbicîkirinê, gihîştiye 366 Filîstînî, û 913 birîndaran.