New York-SANA
Pêvajoya hilbijartina Sekreterê Giştî yê NY yê qonaxa bê, îro bi fermî dest pê kir, û ji welatên di NY de endam hat xwestin ku namzedên xwe pêşkêş bikin, da posta serkreterê giştî bo dema 5 salan ya ji destpêka sala 2027an de ye wergirin, piştî bidawîhatina duyemîn heyama Sekreterê Giştî yê niha António Guterres di dawîya 2026an de.
Li gorî Navenda Nûçeyan a NY, Encumena Ewlekarîyê ya ji 15 endaman pêk tê û Komeleya Giştî ya ji 193 endaman, di daxuyanîyeke hevbeş de daxwaza pêşkêşkirina namzedan kirin, ku ev yek destpêka pêşbirka girtina cihê Guterres e.
Seroka Komeleya Giştî ya NY Annalena Baerbock, dîyar kir ku “hilbijartina Sekreterê Giştî yê dahatî di demeke girîng a Neteweyên Yekbûyî de tê,” û bal kişand ser ku pevçûn li cîhanê zêde dibe, kirîzeke keşûhewaya ku bi lez mezin dibe heye, hewcedarîyên mirovî zêde dibin, astengîyên domdar li pêşîya pêkanîna bernameya 2030an ji bo Geşepêdana Berdewam hene, û warê mafên mirovan di bin fişarên berdewam de ye.
Baerbock tekez kir ku cîhan li benda Sekreterê Giştî yê bê ye ku karibe serokatîyê bi awayekî xurt û dilsozane li gorî sê stûnên Neteweyên Yekbûyî bike, ku ew jî aştî û ewlehî, mafên mirovan û geşepêdan, û bihêle ku Neteweyên Yekbûyî barê pêşerojê hilgire.