Daka-SANA
Dadgeha Navdewletî ya Tawanan ya Bangladeşê, îro cezayê bidarvekirinê li Serokwezîra berê Şêxa Hesîna, ku di Tebaxa 2024an de ji kar hatibû dûrxistin, piştî tuhmetbarkirina wê bi pêkanîna tawanên li dijî mirovahîyê di dema helmeta ewlekarîyê ya ku rêjîma wê li dijî serhildana xwendekaran pêk anîbû, birî.
Ajansa France Presse ku ji zarê Dadwer Ghulam Murtuza Muzumider di dema xwendina wî ji biryarê re li salona dadgehê ya tijî li Dakaya paytext veguhestiye ku gotiye: “Hesîna bi sê tawanan tuhmetbar e, yek jê sorkirin e, ya dî dana fermana kuştinê ye, ya sisêyan dema tawanên mezin çêdibûn ti ferman nedidan ji bo ku wan rawestîne,” û weha jî got: “Me biryar da ku em cezayekî tenê bidin wê, ew jî bidarvekirin e.”
Ji alîyê xwe ve Şêxa Hesîna, ku niha li dervî Bangladeşê ye, derbarê biryarên ku li dijî wê hatine derxistin got:” Armancên wan ên sîyasî hene” û dadgeh weha bi nav kir: “Ne yasayî ye, ne bêlayen e û ji hêla hikûmeteke nehilbijartî ve hatiye danîn”.
Di sala 2024an de, li Bangladeşê xwepêşandanên berfireh bi serkêşîya xwendekaran li dijî hikûmeta Şêxa Hesîna û gendelîya wê û polîtîkayên wê yên perwerdeyê li dar ketibûn. Di encama wan xwepêşandanan de, bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran birîndar bûn, û dawîyê di heyva tebaxa 2024an de hikûmeta wê hilweşîya û ji kar hate dûrxistin.
Şêxa Hesîna yek ji xuyatirîn sîyasetmedarên Bangladeşê ye, berî ku ji kar were dûrxistin, çend caran postê Serokwezîr wergirtiye.