Wașington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump, yasaya fînansekirina hikûmetê îmze kir, bi vî awayî girtina ku 43 rojan berdewam kir û nêzî 14 milyar dolarî zîyan li pey xwe anî û nêzî milyonek karmendên federal bê mûçe hiştin, bi dawî kir.
Peymanê rê da 670 hezar karmendî ku vegerin ser kar û mûçeyên xwe yên paşmayî bistînin, û rêwîtîya asîmanî jî hêdî hêdî dest bi tevgerê kir.
Peyman piştî dengdana Kongresê li ser vekirina rêveberîyên hikûmetê bû, di dema ku dabeşbûnek di nava Partîya Demokrat de hebû û rexne li serokê wê di encumena sînatoran de hatin kirin ji ber destberdana wan ji daxwazên xwe yên derbarê sîgortaya tenduristî li hember bidawîanîna li krîzê.