Sydney-SANA
Avusturalya û Endonezyayê li ser îmzekirina peymaneke ewlekarîyê ya nû li hev kirin, li ser bingeha hevkarîya leşkerî ya xurt ji bo rûbirûbûna gefên li herêma Asya û Oqyanosa Pasîfîkê.
Serokwezîrê Avusturalyayê Anthony Albanese, di kongreyekî rojnamevanî de bi Serokê Endonezyayê Prabowo Subianto re li Sydney, bidawîbûna gotûbêjên derbarê peymanê, ya ku wek berdewamîya peymana berevanîyê ya 2024an e, ragihand.
Di peymanê de hatiye ku dê rahênan û bicihkirina hêzên hevbeş hebe, şêwirmendîyên birêkûpêk di navbera serkirde û wezîran de li ser mijarên ewlekarîyê pêk werin, ligel hebûna mekanîzmayekê ji bo şêwirmendîyê di dema ku gefek li ser welatekî ji wan hebe.
Serokê Endonezyayê peymana ku hevkarîya parastinê xurt dike bilind nirxand, di dema ku Cakerta hewl dide hevsengîyê têxe nav têkilîyên xwe bi Pekîn û Wașingtonê re.