Pnom Pen û Bangkok-SANA
Kambodya û Tayland îro hevdu bi derxistina pevçûnên nû yên li ser sînorê xwe tohmetbar kirin, ev yek piştî du rojan ji ragihandina Bangkokê ku dê cîbicîkirina peymaneke aştîyê ku vê dawîyê di navbera her du welatan de bi piştgirîya Amerîkî hatibû îmzekirin rawestîne.
Wezîrê Ragihandinê yê Kambodyayê Nîth Fîaktra ji ajansa Frans Presê re got: “Leşkerên Taylandî gule li sivîlan reşandin, di encamê de herî kêm pênc kes li gundê Prey Chan ê parêzgeha Banteay Meanchey birîndar bûn.”
Li hemberî vê yekê, cîgirê berdevkê Artêşa Şahane ya Taylandî Rîça Suksûwanon ji rojnamevanan re got: Leşkerên Taylandî dengê gulebaranê ji çekên sivik ji alîyê Kambodyayê ve bihîstin lê bersiv nedan. Bawer dikim ku ev bûyer provokasyoneke ji alîyê Kambodayê ve ye.
Di vê havînê de pevçûnên pênc rojan di navbera Tayland û Kambodyayê de derketin piştî ku Bangkokê cîrana xwe bi çandina mayînan tohmetbar kir ku bû sedema birîndarbûna hêzên wê, û di encama şer û pevçûnan de herî kêm 43 kes mirin û nêzîkî 300 hezar kesî jî derbider bûn.
Lê Taylandê duh ragihand ku ew dê cîbicîkirina peymana aştîyê rawestîne piştî ku teqîna mayîneke nû bû sedema birîndarbûna çar leşkerên wê.