New York – SANA
Zehran Memedanî Namzetê Partîya Demoqrat, wek serokê şaredarîya New Yorkê hate hilbijartin, bi vê yekê Memedanî dibe yekemîn kesê Misilman ku li Amerîkayê vî postî werdigre, Ajansa France Presse got ku Memedanî yê 34 salî, li gor encamên destpêkê li pêşya Hakimê Iyaltê yê berê Andrew Cuomo û Curtis Slewa yê Komarî ye.
Memedanî li Ugandayê di malbatekê ku bi eslê xwe Hindî ye ji dayik bûye, hê heft salî bû koçî Amerîkayê kir û di sala 2018an de hevwelatîbûna Amerîkayê wergirt.
Ji ber ku ew navborî alîgirê Xezayê ye, rastî rexneyan hat. Şerê dijî buhabûna mesrefa jîyanê kir mijara sereke ya kampanyaya xwe ya hilbijartinê, di dema dengdanê de tekez kir ku ew bizavê dike ji bo “dîrokeke nû binivîse û rûpelê berê ji bîr bike “.