Johannesburg-SANA
Biryardera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo rewşa mafên mirovan li erdên Filistînî yên dagirkirî, Francesca Albanese, ragihand ku agirbesta li Xezeyê li hemberî jenosîda ku gelê Filistînî rûbirûyê wê dibe, têrê nake.
Ajansa AFPê ji zarê Albanese dîyar kir ku plana agirbestê “bi tu awayî têrê nake û li dijî yasayên navneteweyî ye,” û tekez kir ku divê “dawî li dagirkerî, mêtingerîya çavkanîyên Filistînê, û kolonyalîzmê were anîn.”
Navborî gotina xwe wiha qedand: “Tişta ku li Xezeyê diqewime ne şer e, lê jenosîd e, ji ber ku nîyeta tunekirina gelekî heye.”
Lêkolînerên NY û gelek rêxistinên mafên mirovan, wek Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Human Rights Watch, piştrast dikin ku Îsraîl li Xezeyê tawanên tevkujîyê pêk tîne.
Albanese ji meha Tîrmehê ve ji ber rexneyên xwe yên li dijî Îsraîlê di bin cezayên Amerîkayê de ye û dê di rojên pêş de rapora xwe ya nû pêşkêşî NY bike.
Di rapora xwe ya berê de, Albanese piştgirîya Rojava ji bo Îsraîlê wek “lûtkeya dîrokeke dirêj a hevparîya tawanê” bi nav kiribû.