Qudsa Dagirkirî – SANA
Wezîrê hikûmeta dagirker a Îsraîlê, Itamar Ben-Gvîr, tevî bi dehan niştecihên Îsraîlî, di bin parastineke tund a hêzên dagirker de, îro bi ser Mizgefta El-Eqsayê de girtin.
Ajansa Wefa ragihand ku ev serdegirtin ligel tundkirina rêkarên serbazî yên ji alîyê hêzên dagirker ve li ber derîyên Eqsayê û li Bajarê Kevin ê Qudsa Dagirkirî, hevdem bû. Her wiha astengî li ber têketina limêjkerên Filistînî û Qudsîyan hatin danîn.
Çarşema borî jî, Ben-Gvîr ligel (1200) niştecihan, bi zêrevanîya hêzên dagirker, bi ser Mizgefta Eqsayê de girtibûn.