Parîs-SANA
4 parlementerên Fransî yên Partîya Ferensaya Serbilind ku Îsraîlê ew ji ber beşdarîya wan a di Karwanê Xweragirîyê de -ku berê wê li Xezeyê bû ji bo rakirina dorpêça li ser Xezeyê- girtine, ragihand ku ew ê têkevin greva birçîbûnê.
Parlementera Ewropî, Manon Aubry, got: ″Rewşa parlementerên girtî xerab e, ew û zêdeyî 10 kesên din, di odeyekê de ne.″
Parlamenterên girtî jî ev in: “François Piquel, Marie Mesmour, Rima Hassan û Emma Foreau.” Aubry ji rayedarên welatê xwe xwest ku kesên Fransî yên girtî ku hejmara wan 30 kes e, vegerîne welatê wan.
Tê zanîn ku hêzên Israîlê yên deryayî êrîşî keştîyên Karwanê Xwragirîya kiribû û hejmarek ji çalakvanan girtibûn, û ev yek bû cihê şermezarîyeke avdewletî û Erebî ya mezin.