New York-Sana
Di Çalakîyên Lûtkeya Concordiayê de ku di çarçoveya Karên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li New Yorkê pêk hat, Hevpeyvîna Serok El-Şara’ bi General David Petraeus re, Rêvebirê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA). Hûrgilîyên hevpeyvînê jî ev bûn:
Derbarê goftûgoyên bi Israîlê re, El-Şaraʼ tekez kir ku berê Sûriyê li pêkanîna aramiyê ye di riya vegera li lihevkirina sala 1974an, bêyî ku ti şer çêbibe, lewra divê derfet ji avakirin û pêşketinê re were dan, û bal kişand ser giringiya vekişîna Îsraîlê ji deverên ku derbas bûye wan û gengeşekirina metirsiyên ewlekarî di riya navgînên herêmî û navdewletî re.
Her weha Serok El-Şaraʼ got: ʺhîn jî Îsraîl Colanê dagîr dike, ew xakeke sûrî ye bi danpêdana Netewên Yekbûyî, ew dewletên berê xwe dane Rêkeftinên Îbrahîmî, Îsraîlê xakên wan ji wan nestandine, sînorekî wan ên hevbeş bi Îsraîlê re tine ye, lê ji gava em gihiştine Şamê, gelek dijminkarî dijî Sûriyê ku gihiştiye 1000 êrîşên asîmanî pêk anîne, têde gelek dezgehên leşkerî û ewlekarî û sivîl wêran kirine, herweha 400 carî destwerdana leşkerî ya bejayî li ser xaka Sûriyê pêk anîye, hin xelk girtine û hinên din kuştine, ev dijminkarî li dijî Sûriyê ye. Du caran ser hev Seraya Komarî bombebaran kiriye, ev tê wateya ragihandina şer.ʺ
Serok El-Şaraʼ weha berdewam kir:ʺ Niha gog di yarîgeha Îsraîlê û civaka navdewletî de ye, ji bo destnîşankirina rêyên rasteqîn û sereke yên ku divê em tê re biçin.ʺ û amaje bi texmînên daxwazên Îsraîlê kir û got:ʺ Gelo bi rastî tirseke Israîlê ji aliyê ewlekarî ve heye yan jî çavên wê li berfirehkirinê ye? Ev yek dê pabendiya bi rêkeftina niha, ya goftûgo li ser dibin, were naskirin, bi awayekî ku serweriya Sûriyê parastî be.ʺ