Beyrût-Sana
Îro, di êrîşên Israîlê yên li ser du bajarokên parêzgeha Nebtiye ya li başûrê Libnanê de, du Kesan jiyana xwe jidest dan û 11 kes birîndar bûn.
Ajansa Niştimanî ya Libnanî ya medyayê, li gor navenda operasyonên awarte ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ragihand, ku droneke Israîlî otombêleke li pêşya deriyê nexweşxaneya Tebnîn ya dewletê ya li qezaya Bint Cibêl a li Nebtiye armanc kir, di encamê de kesekî jiyana xwe jidest da û 11 kes birîndar bûn, du kes ji wan jiyana wan di metirsiyê de ye, her weha di êrîşa li ser otombêleke li bajarokê Ensar ê li Nebtiye, kesekî jiyana xwe ji dest da.
Û droneke din a Îsraîlê, tankereke avê li ser riyekê di navbera bajarokên Ensar û Kewseriyet el-Riz li başûrê Libnanê armanc kir û hejmarek Kes birînar bûn.
Hêzên Neteweyên Yekbûyî yên demkî li Libnanê “ UNIFIL”, îro di daxwuyaniyekê de daxwaz ji artêşa Israîlî kir ku yekser van êrîşên xwe rawestîne û pabendiyê bi vekişîna xwe ya bi temamî ji xaka libnanê bike.