Qudsa Dagirkirî-SANA
Ji ber bombebarana Îsraîla dagirker ya li ser gelek deverên Xezayê, ji berê sibehî de 46 Filistînî hatine kuştin û gelek birîndar bûne.
Ajansa Nûçeyan a Filistînî, WAFA, ragihand ku hêzên dagirker bi balafir û topan, taxa Şêx Ridwan, Zeytûn û Sebra yên li başûrê bajarê Xezayê, kampa penaberan Şatî û Rîmal ên li rojavayê bajêr, û hejmarek kesên ku nêzî Pira Wadî Xezayê ya li başûrê Mihwera Netzarimê li navenda Xezayê ku li hêvîya alîkarîyê bûn, bombebaran kirine û di encamê de 46 Filistînî hatine kuştin.
Wekî din jî, hindek çavkanîyên bijîşkî piştrast kir ku xebata tîmên hawar û ambulansê ji bo rakirina birîndar û kuştîyên ji ber êrîşê, bi şev û roj li dar e. Heman çavkanîyê bal kişand ser rewşa tenduristîyê ku ji ber bombebarana berdewam û têkbirina binesazîya bijîşkî, gelekî kambax e.
Li alîyê din jî, ji destpêka şerê qirkirinê ve yê ku ji alîyê Îsraîla dagirker ve li ser Xezayê di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir, 63,557 kes hatine kuştin û 160,660 kes jî birîndar bûne, û bi dehan kes jî di bin kavilan de mane û ambulans û tîmên parastina sivîl nikarin bigihîjin wan.